Heşda Şeibî derbasbûna hêzên Kurdî yên komarî ji bo Xurmatû red dike

Peyvdarê mihwerê bakur yê Heşda Şeibî Elî Hisênî: Rewşa Xurmatû arame û em hatina ti hêzeke Kurdî ji bo wî bajarokî qebûl nakin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê mihwerê bakur yê Heşda Şeibî Elî Hisênî ragihand ku, rewşa Xurmatû arame û li dijî hatina her hêzeke Kurdî ji bo wî bajarokî, ewê xwenîşandanan bikin. Amaje bi wê yekê jî kir, tevî ku hin nûçe belav bûne, dibêjin hêzeke Kurdî ser bi serokatiya Iraqê ve, derbasî Xurmatû bûye, lê ew nûçe dûrî rasiyê ne.

Berî niha şêwirmendê serokê Iraqê Ebdulla Elyawî ragihandibû, ku Ebadî razîbûye hêzeke Kurdî ser bi hêzên serokatiya Iraqê ve li nav Xurmatû bê belavkirin.