Li bajarê Silêmaniyê 150 zîndaniyên DAIŞê radestî hêzên Iraqî hatin kirin

"Li gorî rêketina di navbera wan û YNKê de, Silêmaniyê 150 terorîstên DAIŞê radestî hêzên dije terora Iraqê kir."

K24 - Navenda Nûçeyan

Operasyonên hevbeş yên Iraqê ragihand, li gorî rêketinekê di navbera hêzên wan û YNKê de, 150 çekdarên DAIŞê ku li bajarê Silêmaniyê zindanîkirî bûn, ji bo hêzên operasyonên hevbeş hatin radestkirin.

Peyvdarê fermî yê operasyonên hewbeş yê Iraqê Emîd Yehya Resûl di kongirekî rojnamevanî de tekez kir ku: "Li gorî rêketina di navbera wan û YNKê de, Silêmaniyê 150 terorîstên DAIŞê radestî hêzên dije terora Iraqê kir."

Derbarê bajarê Kerkûkê jî Yehya Resûl got: Me dest bi opersyoneke giştî ya pişkinînê li seranserî wî bajarî kiriye, di wê operasyonê de, çi mala ku bêtirî parçeyekî çekan têde hebe, emê dest li ser deynin û tenê yek parçe çek ji wê male re bihêlin, û mala ku em çekên zêde jê nestînin, em hejmara perçeyên çekên li cem wê, tomar dikin û hejmara xanî û nave xwediyê wan çekan jî li cem xwe tomar dikin.

Ev yek di demekê de ye, piraniya rûniştvanên taxên Kurdî li bajarê Kerkûkê, ji roja 16ê Cotmeha derasbûyî ve, ji malên xwe mişext bûne û ji tirsa Heşda Şeibî û artêşa Iraq newêrin li cî û warên xwe vegerin.