Li Kerkûkê êrîşî karwanekî otombêlên dije terora Iraqê hat kirin
Çend kesên nenaskirî, bi riya du bombên destî êrîşî karwanekî otombêlên hêzên dije terora Iraqê kirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Jêderekî ji polîsê Kerkûkê ragihand, çend kesên nenaskirî, bi riya du bombên destî êrîşî karwanekî otombêlên hêzên dije terora Iraqê kirin, li nêzîkî kolêja yasayî di navenda bajar de.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha derbasbûyî, Heşda Şeibî û hêzên din yên Iraqê, Kerkûk dagîr kirin, bi sedema wê yekê jî rojane êrîşî wan hêzan tê kirin.