Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge di bin ti guvaşekê de venakişe

Hikmet: Hêzên Pêşmergên Kurdistanê, bi ti awayî û di bin ti guvaşê de ji wan navçeyan venakişin, ku Iraq daxwaza wan dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê ragihandin û hişyariya niştimanî di wezareta Pêşmerge de Helgurd Hikmet ragihand, hêzên Pêşmergên Kurdistanê, bi ti awayî û di bin ti guvaşê de ji wan navçeyan venakişin, ku Iraq daxwaza wan dike.

Helgurd Hikmet daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistan û ya Iraqê kir, bi riya diyalogê kêşeyên di navbera xwe de çare bikin.