Parlamenterê HDP Osman Baydemîr hat binçavkirin

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr, li firokxaneya Ataturk ya Stenbolê hat binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr, li firokxaneya Ataturk ya Stenbolê hat binçavkirin.

Hat ragehandin, hêzên ewlekariya Tirkiyê, bo dayîna îfadeyê Baydemîr birine Dadgeha Bakirkoyê.

Dadgeheke Rihayê, ji ber axaftina baydemîr ya Newroza 2016'ê, beriya sê rojan bi tometa bangeşeya PKK, biryara binçavkirinê dabû.

Piştî rakirina parêzbendiya parlamenteran, parlamenterên HDP biryar dabûn ku, ew bi xwe naçin dadgehê û îfade nadin, ku desthilata Tirkiyê dixwaze bi rêya dadgehan fişarên siyasî bixe ser wan.

Hevserokên HDP jî di nav de 9 parlamenterên HDP di zîndanê de ne û heta derbarê 55 parlamenteran de doz hatine vekirin.