Tirkiyê amade ye ji bo erdhejê alîkariya Herêma Kurdistanê bike

Serokatî û hikûmet û wezaretên derve û tendirustiya Tirkiyê, alîkariya Herêma Kurdistanê dikin

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî erdheja Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, Hikûmeta Tirkiyê rêxistinên alîkariyê çalak kir û Serokwezîrê Tirkiyê da xuyakirin, ew bi hemû derfetên xwe amade ne alîkariyê bikin.

Peyvdarê serokatiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin ragihand, piştî bihîstina erdheja tund ya Başûrê Kurdistanê, rêxistnên alîkariyê, bi derfetên xwe yên rizgarkirin û alîkariyê birê ketine.

Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag jî da zanîn, ku ji navendên Heyva Sor li Mûşê, Erzincan û Xarpêtê, gellek kelûpelên alîkariyê hatin komkirin û bi riyên bejahî ji bo Herêma Kurdistanê hatin şandin.

Herweha wezaretên derve û tendirustiyê jî ragihandin, ew bi hemû derfetên xwe amade ne alîkariya mirovî ji Herêma Kurdistanê re bişînin.

Erdheja tund ya şevê din, ziyaneke mezin li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kir û li gorî agahiyan bi sedan kesan canê xwe jidest dane.