PAK daxwaza alikariyê bo mexdûrên erdhejê dike
PAKê di daxuyaniyê de banga piştevaniya mexdûrên erdhejê tê kirin. Her wiha sersaxî ji xizmen kesên canên xwe ji dest danî re tê xwast.
K24 – Navenda nûçeyan
Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) di derbarê erdheja Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de banga piştevaniya mexdûrên erdhejê tê kirin. Her wiha sersaxî ji xizmen kesên canên xwe ji dest danî re tê xwast.
Partiya Azadiya Kurdistan ji bo erdheja Kurdistanê hevxemiya xwe bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kir. PAKê amaje kir ku wan bi xemginiyeke mezin zaniye ku erdhejeke bihêz li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye.
PAK’ê bang li raya giştî dike ku bi rêya saziyên fermî û sivîl yên Kurdistanê alîkariya mexdûrên erdhejê yên Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê were kirin. Di daxuyaniyê de daxwaza sersaxî û şîfayê jî hate kirin.