Welatiyekî Herêma Kurdistanê di bombebarankirina firokeyên Tirkiyê de şehîd bû
Di encama bombebarankirina firokeyên şer ên Tirkiyê bi ser devera Şîdekanê, welatiyekî Başûrê Kurdistanê şehîd bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama bombebarankirina firokeyên şer ên Tirkiyê bi ser devera Şîdekanê, welatiyekî Başûrê Kurdistanê şehîd bû.
Peyamnêrê K24ê ragihand, duh firokeyên şer ên Tirkiyê navçeyên Mêrge Reş, Bermîze, Çinaroke, Geliyê Reş, Kareşk, Kiware û Xwegurkê li devera Biradost bombebaran kirin.
Got jî, di encama wê bombebaranê de, otombîla welatiyekî bi ber wê bombebaranê de ket û xwediyê wê otombîlê yê bi navê Îndad Osman Arî Biradostî şehîd bû. Îndad Biradostî jidayikbûna sala 1981an e û xêzandar e.
Amaje bi wê jî kir, heta niha nehat zanîn asta ziyanên PKKê ji wê bombebaranê çi ye.