Neteweyên Yekgirtî pêşwaziya helwestên herêma Kurdistanê dike

Guterres herweha diyarkiriye ku, her du alî – Kurdistan û Iraq dive rewşek erênî ji bo pêkanîna diyalogê amade bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê Jan Kubis, di hevdîtina xwe ligel Serokwezîrê hukimeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, nameya piştgiriyê ya Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres pêşkeşî Serokwezîr Barzanî kir.

Di daxûyaniya hukimeta herêma Kurdistanê de hatiye ku, Guterres dilxweşiya xwe ji helwêsta herêma Kurdistanê ya diyaloga dualî ligel Iraqê aniye ziman û amadeyiya NY di alîkarîkirina van civînan daye xuyakirin.

Guterres herweha diyarkiriye ku, her du alî – Kurdistan û Iraq dive rewşek erênî ji bo pêkanîna diyalogê amade bikin û metirsiya DAIŞ li herêmê hîn jî berdewam e, ji ber vê yekê dive pêwendiyên erênî di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de rû bidin.