Firakisyona Partî biryara da li Perlemana Iraq vegere

Firakisyona PDK: Ji deriyê baweriyê bi wê yekê ku diyalog û lihevtêgihiştin take çareseriya hemû kêşe û kirîzan e, me biryara vegerê da.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de firakisyona Partî Dîmukratî Kurdistan di Perlemana Iraq de ragihand, ji niha û pêve, emê karên xwe di Perlemana Iraqê de berdewam bikin û beşdarî civînan bibin.

Di daxuyaniyê de hatiye: "Ji pêgeha berpirsatî û hestkirin bi rewşa ku niha Iraq bi gel welat li ser hemû astan têde derbas dibe, û herweha ji deriyê baweriyê bi wê yekê ku diyalog û lihevtêgihiştin take çareseriya hemû kêşe û kirîzan e, me biryara vegerê da û emê berdewam bin li ser karê xwe yê perlemanî."