Partî û Goran ji bo gotûbêjkirina çend pirsên giring dicivin
"Şanda Partî ji Roj Nûrî Şaweys, Ze'îm Elî û Izzedîn Berwarî pêk hatiye, destpêkê wê serdana Tevgera Goran bike û piştre wê li gel YNK jî bicive."
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, îro şandeke Partî Dîmukratî Kurdistan, serdana tevgera Goran li Silêmaniyê dike û rewşa Herêma Kurdistanê û danûstandin li gel Bexdayê gotûbêj dikin.
Peyvdarê Partî Dîmukratî Kurdistan Mehmûd Mihemed ji Kurdistan24ê re got: "Şanda Partî ji Roj Nûrî Şaweys, Ze'îm Elî û Izzedîn Berwarî pêk hatiye, destpêkê wê serdana Tevgera Goran bike û piştre wê li gel YNK jî bicive."
Mehmûd Mihemed diyar kir: "Wê civînên me li gel tevahiya aliyên siyasî di rojên dahatî de jî berdewam bin."
Ji aliyê xwe ve, endamê civata niştimanî yê Tevgera Goran Ismaîl Namiq ji Kurdistan24ê re got: "Îro şandeke polîtbîroya Partî Dîmukratî Kurdistan, li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran dike û rewşa niha ya Kurdistanê û pirsa danûstandinan li gel Bexdayê gotûbêj dikin."
Namiq got jî: "Ev civîn ji bo bihevguhertina nerînan e ji bo yekrêziya aliyan daku nakokiyên di navbera herdu aliyan de, bên bidawîkirin."