PKK ji bo berdana du dîlên "MÎTê" 12 mercan datîne
"PKK beramberî berdana du dîlên MÎTê, daxwaza pere û berdana hin zindaniyên xwe li cem Tirkiyê kiriye."
K24 - Navenda Nûçeyan
Îran û çend aliyekî Herêma Kurdistanê, ji bo berdana herdu dîlên MÎTê, ku li bajarokê Dûkan yê ser bi parêzgeha Silyêmaniyê ve, ji aliyê PKK ve hatibûn revandin, mijûlî navberkariyê bûne.
Li gorî daxuyaniyên jêdereke emnî ser bi YNKê ve ji rojnameya "El-Quds El-Erebî" re: "Ji bo berdana herdu dîlan, PKK 12 xal wek merc destnîşan kiriye, ji wan jî azadkirina hejmarek zindaniyên PKK ji zindanên Tirkiyê. Ji bilî wê yekê jî daxwaza kujmekî pereyan kiriye heya wan herdu kesan berde."
Jêdera emnî ya YNK got: "Me bizava navberkariyê kir, daku pêwendiyên me li gel tirkiyê baş bibin, ku bi sedema wê pirsê kêşe di navbera me Tirkiyê de derketin, PKK jî me tometbar dike, ku me li gel Tirkiyê li dijî PKK hevkarî kiriye."
Tebaxa derasbûyî, PKK du endamên MÎT a Tirkiyê li devera Dûkan ya ser bi Silêmaniyê ve revand û ragihand: "Wan pilanek ji bo amanckirina hevserokê KCKê Cemîl Bayik danî bûn."