Perlemana Kurdistan ji Bexdayî dixwaze dev ji zimanê gefan berde
Îmînkî: Ji niha û pêve nema çêdibe hikûmeta Iraqê danûstandinan paş bixe û bi zimanê gefan li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê biaxive.
K24 - Navenda Nûçeyan
Cîgirê serokê Perlemana Kurdistanê Ceifer Îmînkî, di konifranseke rojnamevanî de got: "Em ji hikûmeta Iraqê dixwazin bi lez dest bi diyalogê li gel Herêma Kurdistan bike."
Ceifer Îmînkî got: "Ji niha û pêve nema çêdibe hikûmeta Iraqê danûstandinan paş bixe û bi zimanê gefan li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê biaxive."