Mesrûr Barzanî: Em ji rewşa kiristyanên Deşta Neynewa dilgiran in
Mesrûr Barzanî: Bi ti awayekî Herêma Kurdistanê beramberî kiryaran li dijî kiristiyanan tên kirin bêdeng namîne."
K24 - Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê encûmena asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: "Em li beramberî rewşa kiristyanên Deşta Neynewa û ew binpêkirinên li dijî wan tên kirin dilgiran in û bi ti awayekî Herêma Kurdistanê beramberî wan kiryaran bêdeng namîne."
Îro 16/11/2017an Di dema pêşwazîkirina serokê kenîsa kasolîkî Kildanî li Hewlêrê "Beşar Metî Werde", Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe ji bo xwestekên kiristyanên Deşta Neynewa da xuyakirin û got: "Emê hemû rêkarên yasayî û destûrî ji bo bidestxistina mafên hemû pêkhatên wan navçeyan bikar bînin, Em bi hêvî ne jî, ku welatiyên kirstiyan xweragir bin û ji welat bar nekin û rê li ber wê pîlanê bigrin ku dixwaze nasnameya wan navçeyan jêbibe."
Ji aliyê xwe ve serokê kenîsa kasolîkî li Hewlêrê behsa wê yekê kir, ku rewşa niha ya deşta Neynewa, bûye sedem ku mişextên kiristiyan nikaribin li navçeyên xwe vegerin. Bi gotina wî: "Ew dorpêça ezmanî ya li ser Herêma Kurdistan bûye sedem ku hatina alîkariyên navdewletî ji bo alîkariya kiristiyanan û avakirina deverên wan, bêne rawestandin."
Metran Werde tekez kir, ku "Take navçeya aram ji kiristiyanan re, Herêma Kurdistanê ye, em bi hêvî ne civaka navdewletî bi awayekî çalaktir piştevaniya Herêmê û kiristiyanan bike."