Raporteke Amerîkî belgeya hevkarîkirina Hizbulah ji aliyê Amerîka nîşan dide
Malpera “Washington Free Beacon” raportek belav kiri, tê de amaje bi rola nerênî ya Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk kir, ku Washington xiste astengiyekê, piştî danûstandinê wî bi mîlîşyayên ser bi Îranê ve.
K24 – Navenda Nûçeyan
Malpera “Washington Free Beacon” raportek belav kiri, tê de amaje bi rola nerênî ya Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk kir, ku Washington xiste astengiyekê, piştî danûstandinê wî bi mîlîşyayên ser bi Îranê ve.
Di raportê de hatiye, “Rêveberiya Amerîka bi hêminî bi mîlîşyayên Iraqî yên ku rasterast pêwendiyên wan bi supaya Pasdarên Îranê ve hene, dide û distîne”
Nivîskarê raportê Adam Kredo ku şarazayê karûbarên siyaseta derve û asayişa netewî ya Amerîka ye dibêje, nîgeraniyeke mezin ya Kongressa Amerîkî ji vê yekê heye.
Ev bang di demekê de ye, agirê şerê şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê berve dawiyê diçe û Amerîka roleke nû digire ber û Serokê Amerîka Donald Trump hewl dide siyaseteke nû li navçê ji bo rûbirûbûna Îranê peyrew dike, wek rojnameya “Jerusalem Post” amaje pê dike.
Kredo diyar dike, mezin yasanasên Amerîkî dest bi pêşandana belgeyan kirin, ku tê de xuya dibe Wezareta Derve ya Amerîkayê di çarçova bernameyekê ku yekem car di rêveberiya serokê berê Obama de dest pê kiriye, alîkariyên berfereh pêşkêşî mîlîşayayê ser bi Îranê ve kirine.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka ji wê malperê re ragihandiye, hin keresteyên leşkerî yên li Amerîka hatine dirustkirin, ketine destê mîlîşyayên Heşda Şeibî.
Wê malperê li ser zarê endamê Komîta Karûbarê Derve di Encûmena Nûnerên Amerîke Ron DeSantis de belav kiriye, pêwîstiya Kongressa Amerîkî bi lêkolîna derbarê rastiyan ji Wezareta Derve û pêwendiyên wê bi wan mîlîşyayan re heye.
Kredo tekez dike, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi awayekî ji awayan alîkariya darayî daye wan hêzên ser bi Îranê ve û bi hevkariya Ebû Muhendis, ku teroist e û serperiûtiya ketîbeya Hizbulahê dike.
Ew kêşe û aloziya ku rûbirûbûyî siyaseta Amerîka li Iraqê bûye, vedigere hilbijartinên 2010an dema serokê berê yê Amerîka Barack Obama piştevaniya Partiya Dawa û Nûrî Malîkî kiriye ku bibe serokwezîrê Iraqê.
Li gor raportê, Partiya Dawa partiyeke taifî, Şîî û alîgirê Îranê ye, lê Washington di wê sale de ji Iraqê vekişiya û di wê baweriyê de bû, ku ew partî dê aramiyê li welêt peyda bike, lê berûvajî wê ew partî bû sedema serîhildana girjî û aloziyan û di sala 2014an de DAIŞê beşeke mezin ji Iraqê dagîr kir.
Piştî derketina DAIŞê, Amerîka ji bo şerê DAIŞê û li ser daxwaza hikûmeta Iraqê vegerî Iraqê û di warê şêwirmendî û rahênankirina leşkerî de alîkariya Bexdayê kir, ne ku serkirdayetiya şer bike. Di heman demê de jî piştevaniya Ebû Muhendis û mîlîşyayên ser bi Îranê ve kir, ku hevkariya artêşa Iraqê bike.
Di sala 2016an de, ew mîlîşya bûn “hêzeke fermî” û bi navê Heşda Şeibî hat naskirin, vê yekê jî Amerîka xiste astengiyekê, çawa şerê DAIŞê ligel artêşa Iraqê bike, di demekê de beşek ji wan mîlîşayayan terorist in û berê ji aliyê Amerîka ve hatine armanckirin.
Kredo amaje bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Bret McGur dike, ku bi heman awayê rêveberiya Obama kar dike, tevgerê sereke yê siyaseta Amerîka li Iraqê tê hejmartin.
Kredo dibêje, rêveberiya Trump astengiyek wek mîratek jê re maye, gelek tişt li pêş heye ku bilez kar li ser bike, ev pirs jî girêdayî hebûna li navçê û hebûna wê Îranê li Iraq, Sûriye û Libnanê bandore li ser Îsraîlê dike.
Ev daxwaza bi pêdaçûna bi siyaseta Amerîka heye, piştî wê tê, ku 2ê Mijdarê de li Washingtonê 4 Kongressmanên Amerîk di konferanseke rojnamevanî de rexne li siyaseta derve ya Amerîka girtin.
Li gor raporteke kenala Kurdistan24ê, ku Laurie Mylroie amade kiribû, endamê Kongressê Duncan Hunter posterek di konferansa rojnamevanî de di dest dabû, tankeke Abrams ji cura M-1 û ala mîlîşyayên Şîe li ser hatibû bilindkirin, herwiha çend wêneyên din pêşkêş kiribû.
Duncan Hunter got: “Ev e Fermandarê supaya Pasdaran Qasim Suleymanî ye, ligel mîlîşyayên ku me ew biçek dikirin û rahînan dikirin û dişandin şer e.”
Di konferansa rojnamevanî de, her yek ji nûneran Ron DeSantis, Lee Zeldin û Trent Franks beşdar bûbûn.