Baroya Diyarbekirê: Di rewşa awarte de zextên li ser girtiyan zêde bûne
Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Diyarbekirê, li ser kiriyarên li girtîgehan raporek aşkera kir. Li gorî raporê; di pêvajoya Rewşa Awarte de mafên girtiyan zêdetir hatine binpêkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Diyarbekirê, li ser kiriyarên li girtîgehan raporek aşkera kir. Li gorî raporê; di pêvajoya Rewşa Awarte de mafên girtiyan zêdetir hatine binpêkirin. Komîsyonê da zanîn ku ew raporên xwe li gorî serdanên malbatên girtiyan amade dikin. Di raporê de hat amajekirin ku di pêvajoya dawîn de; di serî de Girtîgeha Elezîzê, li gelek girtîgehan; pêkutî, êşkenceya laşî û ya derûnî tê kirin.
Li Diyarbekirê ji aliyê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a girêdayiyê Baroya Diyarbekirê ve di derbarê rewşa girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Bakûr de raporek hat ragihandin.
Rapor îro (17.11.2017) ji aliyê endama komîsyonê; Oyku Çakmak ve hat xwendin. Li gorî îdiayên ku di raporê de hatine aşkerakirin; Girtîgeha Elezîzê; mafên lêpirsîna tenduristiyê tê astengkirin, li jûrên ku hevpar tên bikaranîn, kamera tên bicihkirin, ava vexwarinê kêm tê dayîn, ava germ kêm tê dabînkirin, cezayên disîplînê hatine girankirin, di neqilên girtiyan ên ji bo nexweşxane û dadgehan de bi awayekî tazî lêgerin tê kirin, ji bo nexweşên ku veguhêzin nexweşxaneyan, kelepçeye bi kar tînin, qedexeyên ragihandin û hevdîtinê hatine zêdekirin.