Ekrem Bavê Nazî berdewamiya çanda dengbêjiyê li Çiyayê Kurmênc e
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çanda dengbêjiyê ku di nava xwe de çêrokên evîn, qehremanî, şer û serpêhatiyên Kurdan vedihewîne, wekî dîrokeke zindî hîn jî civatê dixemilîne. Dengbêjî jî li Efrîn û Çiyayê Kurmênc li ser rêça dengbêjên nemir, klaman dibêjin û li hemberî wendabûyîna çanda dengbêjiyê li ber xwe didin û ciwanan digihînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çanda dengbêjiyê ku di nava xwe de çêrokên evîn, qehremanî, şer û serpêhatiyên Kurdan vedihewîne, wekî dîrokeke zindî hîn jî civatê dixemilîne. Dengbêjî jî li Efrîn û Çiyayê Kurmênc li ser rêça dengbêjên nemir, klaman dibêjin û li hemberî wendabûyîna çanda dengbêjiyê li ber xwe didin û ciwanan digihînin.
Efrîn, çiyayê Kurmênç tevî ku di warê cugrafî de dikeve koşeya herî rojava û başûrê Kurdistanê û wek herêmeke veqetyayî maye, lê di warê çand û dîrokê ve li ser Kurdatiya xwe parastî ye û saya çanda dengbêjiyê her tim xwe wek keleheke Kurdatiyê nasandiye. Dengbêjên wek Ebdê Şerê, Hesin Nazî, Îbrahîmê Tirko, Cemîl Horo, Reşîdê Mem Çûçanê, Bavê Selah û bi dehan dengêbêjên din dîrok û serpêhatiyên lehengên Kurdan di dengên xwe kolandine.
Her du bira jî Ebdê Şarê jidayikbûna 1870an û Hesen Nazî 1885an ji dengbên navdar ên çiyayê Kurmênc in, ku bi deng û tembûra xwe bi dehan stan û kilamên kulturî gotine û çêrok û serpêhatiyên Kurdan ji nefşekî bo nifşekî din bi dengên xwe veguhastine.
Tembûrvan û hunermend Ekrem Bavê Nazî jî, ku neviyê Hesen Nazî ye, li ser şopa bav û kalên xwe diçe û bi hest û tiliyên xwe ev mîrat hilgirtiye. Hunermed Bavê Nazî dibêje, wî ji biçûkaniya xwe de li cem kalê xwe Hesen Nazî û mamê xwe Ebdê Şarê dima û ji her duyan kalam meqamên resen biriye û hunera ku pêşkêş dike resen û zelal e.
Ekrem Bavê Nazî, ji demekê ve li Helebê dijî, tevî şer û dorpêç û ji aliyekî ve, ji aliyekî din ve wêranbûna Helebê û nemana pêwîstiyên jiyanê li taxên Kurdan, bi taybet li Şex Meqsûd, Eşrefiye û Bistan Başa, wî ji Şêx Meqsûd bar nekiriye û ew tembûra xwe mane û bi Şêx Meqsûd û Helebê re, êş, azar û tengahiyê dikişinin.
Ekrem dibêje wî ji destpêka sala 2000ve dest bi tomarkirina kasêtan kir. Piştre jî li ser tûra civakî “Facebook û Twitterê” perçeyên mûzîk û meqam û kilamên kevin belav dike. Ev yek jî ji aliyê hezkiriyên kultur û klamên kevin ve tê şopandin. Bavê Nazî dema her derfet pê re çê dibe serdana wan hezkiriyên xwe li gundên Efrînê dike û şevbihurkan derbas dikin.
Li Çiyayê Kurmênc û li Rojavayê Kurdistanê, her diçe civatên dengbêjan kêm dibin, tenê li gundan malên dengbêjan hene. Dengbêjî niha hem li malên dengbêjan hem jî bi saya hin bernameyên televîzyonan yên li ser dengbêjiyê, li hember wendabûnê li ber xwe dide.