Heşda Şeibî bi ser malên Kurdan de digire û pişknînê dike

Heşda Şeibî û hêzên Siwat li taxên Kurd li Kerkûkê dest bi hilmeteke destserkirinê kirine û hejmarek ji xortan desteser kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Heşda Şeibî û hêzên Siwat li taxên Kurd li Kerkûkê dest bi hilmeteke destserkirinê kirine û hejmarek ji xortan desteser kirin.

Li gor çend jêderên ji nava bajarê Kerkûkê, şeva borî Heşda Şeibî û hêzên Siwat li taxên Qadisiye Yek û Raperîn bi ser hejmarek ji malên de girtine, ku armanca wan destserkirina xort û ciwanên xwebexş in.

Çalakvanên Kerkûkê li tûra civakî belav kirine, li taxa Raperîn û Qadisiye 2 ciwanên Kurd bi navê (Enes û Berhem) li nêzîkî dibistana Amanc ji aliyê wan hêzan ve hatine destserkirin.

Li gor çalakvanan, Enes Pêşmergeyekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû.

Hin jêderên ji nava Kerkûkê behsa wê yekê dikin, li çend cihan êrîş li ser Heşda Şeibî hatine kirin û li taxa Rehîmawî dengê teqeyan hatiye bihîştin û hêzên Iraqî jî teqe li malên Kurdan kirine.