Amerîka mezintir gef li ser Rojhilata Navîn eşkerea dike
Amerîka dixwaze lezê di bicîkirina naveroka girêbesta xwe de li gel Siûdiyê bike û sîstema berevaniya ezmanî ya Siûdî bihêz bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Jêderekî ji Koşka Sipî ragihand, îdara Donalld Trump, li riyeke lezgîntir digere ji bo bihêzkirina sîstema berevaniya ezmanî ya Siûdiye û bizavan dike rê li ber gihandina çekên Îranî ji bo Rojhilata Navîn bigre.
Rojnameya "Wall Street Journal"ya Amerîkî, li ser zimanê jêderekî ji Koşka Sipî belav kiriye, biçekkirina Hizbullaha Lubnanî û hevpeymanên din yên Îranê ji aliyê Taranê ve, mezintir gef e li ser navçeyê.
Li gorî wî jêderî, îdara Trump dixwaza hemû hêza xwe bixe ser vê pirsê û rê li wê gefê bigre, hevdem tekeziyê li ser çareseriya piroseya siyasî li Lubnanê dike, bi taybet piştî destjikişana Seed Herîrî.
Rojnameyê eşkere kir, ku li gorî girêbesta bi 15 milyar Dolaran di navbera Riyad û Washigtonê de, ku di Cotmeha derbasbûyî de hatibû îmzekirin, Amerîka dixwaze lezê di bicîkirina naveroka wê de bike û sîstema berevaniya ezmanî ya Siûdî bihêz bike.