“Li vir ti kes welat nafiroşe, ji bo wê dimire!”
Kurdên Rojhilatê Kurdistanê di dema veşartina termê pîremêrekî kurd de li bajarê Bokanê, peyamek balkêş li ser “xiyaneta 16 Cotmehê” ya li hember Kerkûkê dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Kurdên Rojhilatê Kurdistanê di dema veşartina termê pîremêrekî kurd de li bajarê Bokanê, peyamek balkêş li ser “xiyaneta 16 Cotmehê” ya li hember Kerkûkê dan.
Duh pîremêrekî Bokanî bi navê Ebûbekir Meirûfî, di dema veguhestina alîkariyên mirovî bo mexdûrên erdheja Kirmaşanê de di bûyereka tirafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Îro termê wî pîremêrê Kurd bi merasim û şîneke mezin li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê hat veşartin.
Di dema veşartina termê wî pîrmêrî de, komek welatiyan pankartek hildabûn ku li ser pankartê wiha hatibû nivîsandin: “Li vir ti kes welat nafiroşe, ji bo wê dimire!”
Ew peyama Rojhilatiyan ji bo karesata 16 Cotmeha îsal bû ku hatibû sere Kerkûkê û deverên din yên Kurdistanî. Di nav Kurdan de ketina bajarê Kerkûkê wek “Xiyaneta 16 Cotmehê” tê nasîn ji ber ku piraniya kurdan di wê baweriyê de ne eger xiyaneta beşek ji rayedarên YNKê neba Kerkûk nediket destê Heşda Şeibî û pasdarên Îranê.