Serokê şaxa Diyarbekirê ya AK-Partiyê dest ji karê xwe berdide

Serokê şaxa Diyarbekirê ya AK-Partiyê Muhamed Dara Akar îro dest ji karê xwe berdide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê şaxa Diyarbekirê ya AK-Partiyê Muhamed Dara Akar îro dest ji karê xwe berdide.

Li gor zanyariyên peymanêrê K24ê, bingeha AK-Partiyê ya li Diyarbekirê ji Muhammed Dara Akar nerazîne û ev demek e di nava wan de gengeşe hene.

Ji ber vê yekê îro demjimêr 13:00an de bi civîneka çapemeniyê Serokê Diyarbekirê yê AK-Partiyê dê dest ji karê xwe berde.

Muhammed Dara Akar xelkê Diyarbekirê Pîranê ye û wekî neviyê Şêx Seîd Efendî tê naskirin û nêzikê 3 sal in Serokê AK-Partiyê yê Diyarbekirê ye.