Bo rêgirtin li destêwerdanên Îranê, welatên Erebî dicivin

Li ser daxwaza Erebistana Siûdiye, wezîrên derve yên welatên Erebî civîneke bilez ji bo gotûbêjkirina rola Îranê li Rojhilata Navîn girê didin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser daxwaza Erebistana Siûdiye, wezîrên derve yên welatên Erebî civîneke bilez ji bo gotûbêjkirina rola Îranê li Rojhilata Navîn girê didin.

Ajansa “Was” a Siûdiye ragihand, awayê rûbirûbûna destêwerdana Îranê di karûbarên welatên Erebî de û têkdana wê ji ewlahî û asayişa navçê di civînê de tên gotbêjkirin.

Li gor zanyariyên wê ajansê, Behrên, Kuwêt û Îmareta Erebî piştevaniya daxwaza Siûdiyê dikin, ta ew civîn bi vî awayî bi rê ve biçe.

Civîn li baregeha Komkara Erebî li Qahîrê paytexta Misrê bi rê ve diçe û li gor çend raport diyar dikin, ku Wezîrê Derve yê Libnanê beşdarî civînê nabe.  

Civîn ji piştî aloziya di navbera Îran û Siûdiyê tê, ku di çend rojên borî de Hosiyên Yemenê mûşekeke Ballistic arasteyî Riyazê kiribû û Siûdiyê tiliyên tometê berve Îranê kir, ku rola wê ya rasterast di wê pirsê de heye.