Hêzeke artêşa Tirkiyê ber bi Efrînê ve diçe

"Çaverê ye hêzên Tirkiyê, li navçeya Şêx Eqîl, ku hevsînor e li gel navçeyên di bin kontrola YPGê de li Efrînê û li gundewarên Helebê bicih bibin."

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro 19/11/2017an, çavdêrgeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand: "Karwanekî serbazî mezin ji artêşa Tirkiyê, ku ji otombêl û wesayitên serbazî û hejmarek ji serbaz û efseran pêk tê, derbasî parêzgeha Idlibê bûye û ji wir ve, ber bi gundewarên rojavayê Helebê birê ketiye."

Çavdêrgeha Sûrî dibêje: "Çaverê ye hêzên Tirkiyê, li navçeya Şêx Eqîl, ku hevsînor e li gel navçeyên di bin kontrola YPGê de li Efrînê û li gundewarên Helebê bicih bibin."

Herweha diyar kir, li navçeyên nêzîkî navçeyên di bin kontrola YPGê de, tevgerên serbazî ya artêşa Tirkiyê û bi taybet li derdora Efrînê zêde bûye."

Ew tevger di demekê de ne, roja îna derbasbûyî, serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand: "Pêwîst e navçeya Efrînê, ji YPGê were paqijkirin."

Hewreha ew tevger hevdem in li gel civîna sê alî di navbera wezîrên derve yên Tirkiyê, Îran û Rûsya, ku îro danê sibehê li bajarê Entalya li başûrê Tirkiyê civyan.

Dezgehên medyayî li Tirkiyê ragihandin: "Jêderên haydar didin xuyakirin ku, egereke mezin heye di wê civînê de rêketin çêbibe ku hêzên Tirkiyê derbasî Efrînê bibin."

Jêder: Qenat El-Hura