Pênc sal di ser şehîdbûna rojnamevan Hozan Ebûzêd re derbas bûn

Di 19 Mijdara 2012 de gava bûyerên Serê Kaniyê bi kamêreya xwe dêkomênt dikir, bi guleya nîşanvanekî şehîd bû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ji bo pêncemîn salvegera şehîdbûna rojnamevan Hozan Ebdilhelîm Ebûzêd li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye daxuyaniyek belav kir.

Daxuyniya sendîkayê dibêje: Ji destpêka şoreşa Sûrî ve, şehîd Hozan bi çalakî tevlî tevgerên ciwanan bû, û ne bi tenê Hozan, lê gellek rojnamevanên din jî li Sûriyê, ji aliyê komên çekdar û tundra û terorîstan ve hatine terrorkirin, Şehîd Hozan jî bi roleke balkêş di nav tevgerên  ciwanan de dilîst û gellek kenalên ezmanî vîdyo û dîmenê ku Şehîd Hozan ji wan re dişand wan kenalan zindî diweşandin.

Herweha sendîka dibêje: Şehîd Hozan gihandina rastiyan ji raya giştî re wek erk ji xwe re didît û di ber vî erkê xwe de şehîd bû, û şehîdkirina wî tawaneke mezin e di heqê mirovatiyê de, ji ber ku rojnamevan ne aliyekî şer in û ji ber vê yekê pêwîste cane rojnamevanan di dema şeran de bên parastin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye daxwaz dike, bikujên şehîd Hozan û bikujên hemû rojnamevanan li Sûriyê bên eşkerekirin û dadgehkirin.

Şehîd Hozan di sala 1993 li Qamişlo jidayik bû. Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve wek çalakvanekî medyayî kar dikir, di hemû xwepêşandanên Qamişlo de beşdar dibû, di 19 Mijdara 2012 de gava bûyerên Serê Kaniyê bi kamêreya xwe dêkomênt dikir, bi guleya nîşanvanekî şehîd bû.