Welatiyekî Kurd hat bidarvekirin
Welatiyekî Kurd ji bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistan, di zindana navendî ya wî bajarî de hat bidarvekirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî navendên mafên mirovan li Kurdistan, welatiyekî Kurd ji bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistan, di zindana navendî ya wî bajarî de hat bidarvekirin.
Elî Reza Sadiqî, xelkê Îlamê ye û bi tometa kuştina bi pilan, roja şemiyê hat bidarvekirin.
Îran di rêzbendiya yekem ya wan welatan de ye ku rêjeya herî zêde ya bidarvekirinê têde tê bicîkirin û hefteya derbasbûyî jî komîta giştî ya mafê mirovan ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, bi sedema bilindbûna rêjeya bidarvekirinê û binpêkirina mafê mirovan li Îranê, biryarnameyek li dijî wî welatî derxist.