Nêçîrvan Barzanî: Heger destûr cibicî bibe, ti pirsgirêka Kurd ligel Iraqê namîne
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Biryarên Dadgeha Federalî temîz nabin, Dadgeha Federalî tekalî û bê amadebûna Herêma Kurdistanê biryara nedestûrîbûna referandûmê derkir.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand,Dadgeha Federalî tekalî û bê amadebûna Herêma Kurdistanê biryara nedestûrîbûna referandûmê derkir.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de derbarê nedestûrîbûna referandûmê ji aliyê Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê de got: “Helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê zelal e, me berê gotibû heger destûra Iraqê cibicî bibe, ti pirsgirêka me ligel Iraqê namîne, ne ku Bexda çend bendên di berjewendiya xwe de cibicî bike. Heger destûr cibicî biba, ti pirsgirêka Kurd nedibû.”
Nêçîrvan Barzanî got jî: “Niha jî daxwaza me jî ew e, ku hikûmeta Iraqê hemû bendên destûrê cibicî bike û pêwîstiya me bi aliyekî sêyemîn heye, ta gerentiya cibicîkirina destûrê bike wek yek pakêcekê ne ku çend bendan hilbijêre û bendên din jî piştguh bike. Heger destûr cibicî nebe, pirsgirêkên Iraqê çareser nabin.”
Herwiha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Biryarên Dadgeha Federalî temîz nabin, lê Dadgeha Federalî tekalî û bê amadebûna Herêma Kurdistanê biryara nedestûrîbûna referandûmê derkir.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Hefteya berê nameyek ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî gihêşt me û tekezî li ser danûstandinê ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir û di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Amerîka jî bi heman awayî me li ser guftûgoya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan axivîn. Helwesta me jî zelal e, her demekê Bexda amade be, em amade ne li gor destûrê pirsgirêkan çareser bikin.”