Aloziya NATO-Tirkiye, dê Tirkiye nêzîkî Bloka Avrasya bike?

Pisporên têkiliyên navdewletî yên Tirkiyê dibêjin qeyrana rûdayî bi aloziya li Rojhilatanavîn hikûm re girêdayî ye û zemîna guhertinên cidî heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bûyerên ku li Norwêjê di manoreke leşkerî de ru dan di navbera Tirkiyê û NATOyê de aloziyek dirûstkir ku her diçe mezintir dibe. Ligel daxwaza lêborînê ya ji aliyê NATOyê ve jî bertekên Tirkiyê nasekinin û Serokomarê Tirkiyê bi zimaneke tûnd NATOyê tawanbar dike. Pisporên têkiliyên navdewletî yên Tirkiyê dibêjin qeyrana rûdayî bi aloziya li Rojhilatanavîn hikûm re girêdayî ye û zemîna guhertinên cidî heye.

Aloziya di navbera Tirkiyê û NATOyê de her çend bi bûyerên ku li Norwêjê di manora leşkerî ya NATOyê encamdan de diyartir bibe jî, alozî; xwedî raboriyekê ye. Bitaybet derbarê PYDê de xwedî dijnêrînbûna Emrîka û Tirkiyê tekiliyên herdu welatan lawazkirin û nakokî, bû sedem ku Tirkiye nêzî Rusyayê bibe.

 Herwiha kirrîna mûşekên S-400ên Rusî ya ji aliyê Tirkiyê ve jî di nava NATOyê de rastî nerazîbûnê hat. Ji aliyê din, di krîza Erebîstana Siûd û Îranê de li cem Siûdê cihgirtina heypeymanên NATOyê bandor li ser nêrîna Tirkiyê nekir û Tirkiyê li rex Îranê helwestgirt. Tevahiya van geşedanan wekî ji NATOyê bo bloka Avrasyayê zemîn guhertina Tirkiyê hatin nirxandin.

 Serokê dezgeha lêkolînên KAFKASSAMê Hasan Oktay dibêje; Tirkiye dixwaze li ser balanseke di navbera NATO û bloka Avrasyayê de bisekine û ji herduyan jî sûdê werbigire.

 Hasan Oktay- Serokê Navenda Lêkolînên KAFKASSAMê dîtina xwe weha tine ziman:

 "Bloka Avrasyayê dixwaze Tirkiyê bikşîne li cem xwe, her li ser vê yeke hewlên diyar jî hene. Tirkiye wekî dilopa dawî ye ku birije kijan alî dikare teraziye bihejîne. Di rojên nêzîk de mûmkîn e Tirkiye were derazînka tercîhkirina yek ji van du bijarteyan lê belê Tirkiye dê balansa di navbera herdu aliyan de her biparêze."

 Ji aliyê xwe ve, artêşa Tirkiye yek ji bihêztirîn artêşa NATOyê ye û NATOyê, di serî de Încirlik, çend baregehên leşkeri jî li Tirkiyê hene. Herwiha doktrîna Tirkiyê ya ewlehiyê û sîstema bergiriya leşkerî ya wî jî girêdayî NATOyê ye.

Pisporê têkiliyên navneteweyî Mensur Akgun dibêje derketina Tirkiyê ya ji NATOyê dê zirarê bigihîne herdu aliyan.

 Mensur Akgun- Pisporê Têkiliyên Navneteweyî, diyar dike:

 "Heke niha Tirkiye aliyê xwe biguherîne û destpêbike bi Çîn û Rusyayê tevbigere, divê NATO hemu stratejiya xwe ji nû ve dîzaynbike. Herdu alî jî dê zirarmend derkevin. Êdî lazim e ku heypeymanên NATOyê di asteke optîmum de jî be bersivê bidin daxwazên Tirkiyê û divê bibînin ku gengeşeya li Norwêjê rudayî tenê bi vê bûyerê pêkhatî nîn e."

 Tirkiye di sala 1952an de bû endamê NATOyê û ji hingê ve jî hevpeymaniya xwe ya gel endamên NATOyê didomîne.