Şandeke hikûmî li gel Tevgera Goran hin pirsan gotûbêj dikin
Wê di civînê de behsa asayîkirina pêwendiyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pirsa Kerkûkê û vegera wezîrên Tevgera Goran ji bo nav hikûmetê bên kirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî, îro li gel Tevgera Goran dicive.
Rêxerê oda yasayî di Tevgera Goran de Ismaîl Namiq, ji Kurdistan24ê re got: Biryar e îro şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê, serdana avahiya sereke ya Tevgera Goran bike.
Namiq diyar kir, heya niha ecindeyên civînê nehatine eşkerekirin, lê di mijarên serekî de, wê behsa asayîkirina pêwendiyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pirsa Kerkûkê û vegera wezîrên Tevgera Goran ji bo nav hikûmetê bên kirin.