Nêçîrvan Barzanî: Nabe ti aliyek bi serbixwe danûstandinê bi Bexdayê re bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, hemû aliyên Kurdistanî li dijî du îderayan û danûstandina her aliyekî bi awayekî serbixwe bi Bexdayê re ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, hemû aliyên Kurdistanî li dijî du îderayan û danûstandina her aliyekî bi awayekî serbixwe bi Bexdayê re ne.

Piştî civîna şanda hikûmetê bi Partiya Sosyalist Demokratîk a Kurdistanê re, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, civîna wan bi aliyên siyasî re ji bo nirxandina rewşa niha ye. Amaje bi wê jî kir, di civînên hikûmetê bi aliyên siyasî yên Kurdistanê re, du nêrîn hebûn, ya yekem pêkanîna hikûmeteke demkî, ya duyem jî encamdana hilbijartinan bûn.

Herwiha got, dema civîna wan bi aliyên siyasî re bidawî bibe, ew biryara xwe derbarê hikûmeta demkî û encamdana hilbijartinan didin. Herwiha hewl didin baştirîn rê ji bo rewşa niha ya Kurdistanê hilbijêrin.

Derbarê serdana şanda Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê de jî, Nêçîrvan Barzanî got, ta niha dema wê serdanê nehatiye diyarkirin û amaje bi wê jî da, ew wek şanda hikûmetê serdana Bexdayê dikin û nûnerên tevahiya partî û aliyên siyasî yên di hikûmetê de beşdar in jî di şandê de dibin.