Felah Mistefa û Beyan Samî Ebdulrehman ligel McMaster civiyan

Fermangeha pêwendiyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand ku, her yek ji Felah Mistefa - berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê û Beyan Samî Ebdulrehman - Berpirsa Nivîsgeha hikûmeta herêma Kurdistanê li Waşington ligel McMaster - Şêwirmendê Asayişa Niştîmanî ya Amerîka civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Civata Asayişa Niştîmanî ya Amerîka McMaster dibêje, Amerîka  di çarçoveya Iraqek demokrat û federal de, piştevaniya hikûmeteke bihêz  û yekgirtî li Herêma Kurdistanê dike.

Fermangeha pêwendiyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand ku, her yek ji Felah Mistefa - berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê û Beyan Samî Ebdulrehman - Berpirsa Nivîsgeha hikûmeta herêma Kurdistanê li Waşington ligel McMaster - Şêwirmendê Asayişa Niştîmanî ya Amerîka civiyan.

Di daxûyaniyê de, Fermangeha pêwendiyên derve  ya hikûmeta herêma Kurdistanê  amaje bi wê yekê kir ku,  Şêwirmendê Asayişa Niştîmanî ya Amerîka tekez kiriye ku, welatê wî  di çarçoveya Iraqek demokrat, yekgirtî û federal de, piştevaniya hikûmeteke bihêz û yekgirtî li herêma Kurdistanê dike .

Hevdem di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê tê kirin ku, di civînê de rewşa Iraqê, herêma Kurdistanê û giringiya çareserkirina pirsgîrêkan hatiye behskirin.