Serokwezîrê Lubnanê Seed Herîrî ji biryara dest jikarkişanê vegeriya

Seed Herîrî: Hêvîdar im vegera min bibe derfetek ji bo çarekirina kêşeyan.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro serokwezîrê dest jikarkişandî yê Lubnanê Seed Herîrî vegeriya Lubnanê û piştî 12 demjimêran ji vegeryanê, biryara dest jikarkişana xwe  rawestand û li karê xwe vegeriya.

Herîrî ragihand ku vegera wî ji bo postê serokwezîriyê li ser daxwaza serokê Lubnanê Mîşêl On bûye û got: "Hêvîdar im vegera min bibe derfetek ji bo çarekirina kêşeyan."

Herweha Seed Herîrî li Beyrûtê beşdarî di roja niştimanî ya Lubnanê de kir, ku serokê Lubnanê û hejmarek ji berpirsên wî welatî têde amade bûn.

Duh Seed Herîrî serdana Misrê jî kir û li gel serokê wî welatî civiya.