Li Şingalê termên 73 Kurdên Êzidî di gora bikomî de hatin dîtin
Goreke bikomî li rojavayê Mûsilê hate dîtin, termên 73 Kurdên Êzidî tê de ne, ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin. Li gor berpirsên navçê jî, di nava qurbaniyan de termên jin û zarokan jî hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Goreke bikomî li rojavayê Mûsilê hate dîtin, termên 73 Kurdên Êzidî tê de ne, ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin. Li gor berpirsên navçê jî, di nava qurbaniyan de termên jin û zarokan jî hene.
Rêvebirê Navçeya Qehtaniyê ya ser bi Şingalê ve Şukir Milhim Îlyas ragihand, di wê gora bikomî de, termên zarok, jin û peyayan hene û tevahiya wan di dema êrîşa DAIŞê li ser navçê de hatin kuştin.”
Di wê derbarê de, Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl got, ji sala 2015an ve û di dema kontrolkirina Şingalê ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de û heta niha 37 gorên bikomî li navçeyên cuda hatine dîtin.
Miheme Xelîl tekez kir, tevahiya qurbaniyên di wan gorên bikomî de hatine dîtin, ji pêkhateya Kurdên Êzidî ne. Herwiha rexne li hikûmeta Iraqê girt, ku heta niha ti hevkarî bi kesûkarên wan qurbaniyan re nekiriye.