Berpirsekî YNK: Em Fûad Meisûm wek nûnerê xwe nabînin
Hesen Baram: Em nikarin kesîkî wek nûnerê xwe bibînin, ku di dema girtin û kuştin û şewitandina malên me de berevaniya me nekiribe.
K24 - Navenda Nûçeyan
Cîgirê berpirsê melbenda Hemrîn a YNK li Xurmatû Hesen Baram, ji Kurdistan24ê rer ragihand, bêtirê 350 mal û dukanên welatiyên Kurd ji aliyê Heşda Şeibî ya Turkmanî ve hatine talankirin û şewitandin.
Hesen Baram got: "Niha em mijûlî komkirina dêkomêntên tawanên Heşda Şeibî ne û piştre emê wan radestî Netewên Yekgirtî bikin."
Baram bêdengî û bêhelwêstiya serokê Iraqê Fûad Meisûm beramberî karesata Xurmatû rexne kir û got: "Dibû ku serokkomar serdana Xurmatû kiriba û bi çavê xwe dûmana şewata malên Kurdan dîtiba, diva bû nerazîbûna xwe daba xuyakirin û daxwaz li hikûmeta Iraqê kiriba da komîteyeke lêkolînê pêk bîne, lê tiştek nekir, lewra wek xelkê Xurmatû em nikarin kesîkî wek nûnerê xwe bibînin, ku di dema girtin û kuştin û şewitandina malên me de berevaniya me nekiribe".