Herêma Kurdistanê berhema xwe ya petrolê zêde dike

"Astê rojane yê şandina petrola Herêma Kurdistanê, ji bo 270 hezar bermîl bilind bûye, ew jî di nava meha derbasbûyî de bilindirtîn ast e."

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansa Reuters ya nûçeyan ragihandiye, ku di rojên Çarşem û Pêncşemê de, şandina petrola Herêma Kurdistan, hevber bi rojên piştî êrîşa 16ê Cotmeha derbasbûyî zêde bûye.

Reutersê ji ser zimanê jêderekî navxweyî belav kiriye: "Di rojên derbasbûyî de astê rojane yê şandina petrola Herêma Kurdistanê, ji bo 270 hezar bermîl bilind bûye, ew jî di nava meha derbasbûyî de bilindirtîn ast e".

Berî 16ê Cotmehê û dagîrkirina Kerûkê, Herêma Kurdistanê rojane 600 hezar bermîlên petrolê henarde dikir.

Herweha Reuters dibêje: "Tiştek di rewşa siyasî de nehatiye guhertin, lê ji ber hin sedemên hunerî û teknîkî, berhemanîna petrol Herêma Kurdistanê zêde bûye."

Piştî dagîrkirina Kerkûkê û navşeyên din yên Kurdistanî yên ji derveyî îdara Herêma Kurdiatanê, berhema petrol Kurdistanê ya rojane, ji bo 200  heya 230 hezar bermîl kêm bibû.