Hikûmeta Îran sozên dabû kolberan bicî nake

Hikûmeta Îranê soza birêxistina karûbarên kolberan dabû, lê heya niha ew soz bicî nekiriye û ji bilî wê jî, rêjeya kuştina kolberan bilind bûye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemantarekî Kurd di Perlemana Îranê de ragihand, hikûmetê sozên xwe ji bo rêgirtinê li ber kuştina kolberan bicî nekiriye.

Berî niha hikûmeta Îranê soza birêxistina karûbarên kolberan dabû, lê heya niha ew soz bicî nekiriye û ji bilî wê jî, rêjeya kuştina kolberan bilind bûye.