Hikûmeta Iraqê destpêşxeriyeke Almanî red dike

Şêwirmenda Almanya Angela Merkel daxwaz ji Ebadî kiriye rê bide wezîrê derve yê Almanya da serdana Hewlêrê bike, lê Ebadî ew daxwaz red kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Govara Der Spiegel a Almanî belav kiriye, ku wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel, destpêşxeriyek ji bo asayikirina pêwendiyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de amade kiribû, lê ji aliyê serokwezîrê Iraqê eyder Heyder Ebadî ve hat redkirin.

Gabriel bi niyet bû detpêka vê mehê serdana Bexdayê bike û piştre ya Hewlêrê jî bike, lê Ebadî serdana wî ji bo Hewlêrê red kir.

Hat zanîn ku wezîrê derve yê Almanya rijd bû ku serdana Hewlêrê bike, heya ku şêwirmenda Almanya jî Angela Merkel bi riya telefonê daxwaz ji Ebadî kiriye rê bide wezîrê derve yê Almanya da serdana Hewlêrê jî bike, lê Ebadî ew daxwaz red kiriye, di encamê de, wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel serdana xwe ji bo Bexdayê hilweşand.