Nûnertiya ENKSê li Siûdiye karê xwe radiwestîne

Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Siûdiye wek nerazîbûneke ji beşdarbûna endamên ENKSê wek kesayetî di kongreya Riyaz 2, karê xwe rawestand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Siûdiye wek nerazîbûneke ji beşdarbûna endamên ENKSê wek kesayetî di kongreya Riyaz 2, karê xwe rawestand.

Nûnertiya ENKSê li Siûdiye daxuyaniyek belav kir û tê de amaje bi stem, zordarî û koçkirina li gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê hatiye kirin kir. Herwiha amaje bi xebata û gurbaniyên gelê Kurd a ji bo gihêştina armancên xwe yên netewî jî kir.

Nûnertiya ENKSê da zanîn, ENKS berhema zêdetirî ji 50 salî ya kar û xebata gelê Kurd a ji bo xelasiya ji zulm û zordariya dagîrkeriyê ye, ya ku gelê Kurd ji her tiştî bêpar kiribû, ji wê perensîpê jî  Nûnertiya ENKSê li Siûdiyê bi hemû erk û karên xwe radibû.

Wê nûnertiya rawestandina karê xwe li Siûdiyê ragihand û sedemên ku hêştine ew nûnertî bigihe vê biryarê, di 4 xalan de aşkere kir:

  • Beşdarbûna endamên ENKSê di kongreya Riyaz 2 a opozîsyona Sûriyê wek kesayetî ne ku we şaneke Kurdî ya serbixwe.
  • Piştguhkirina ENKSê ji rola endamên serbixwe û destdanîna partiyan bi ser biryara siyasî ya ENKSê ve.
  • Erkdarkirina hin kesayetiyan di nava şanda ENKSê de, ku ne cihê heza Nûnertiya Siûdiyê ne.
  • Piştguhkirin û girîngînadane bi Nûnertiya ENKSê li Siûdiyê, di dema hevdîtinên bi revenda Kurdî re.