Fûad Mehsûm: Pêwîst e rewşa Kerkûkê aram bibe

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm ragihand, nabe pirsa Kerkûkê bê jibîrkirin û ew hewl dide ligel berpirsên Herêma Kurdistanê û Bexdayê rewşa Kerkûkê aram bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm ragihand, nabe pirsa Kerkûkê bê jibîrkirin û ew hewl dide ligel berpirsên Herêma Kurdistanê û Bexdayê rewşa Kerkûkê aram bike.

Îro Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm di konferanseke rojnamevanî de li ser mezargeha Mam Celal ragihand, pirsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê cihê girîngîpêdana wî ye û hêvî xwast ku ew bigihe encameke baş.

Got jî, komek ji binpêkirinên destûrê hene û divê ew binpêkirin bê guftûgo kirin, guftûgokirina wê jî nayê wateya ku li dijî aliyekî yan dezgehek, yan wezaretekê be, lê ji bo xizmet û başkirina jiyana xelkê ye.

Herwiha diyar kir komîtek serokatiya komarê tê pêkanîn û pêwendiya wê bi referandumê re nîn e, ji destpêkê ve li ser hemû madeyên destûrî, dê pêdeçûn were kirin. Çi kêmasî hebin, hewldanên çareserkirinê dê werin dayîn.”