Serok Barzanî peyama sersaxiyê gihand gel û welatê Misrê
Serok Barzanî, bi egera êrîşa terorî ya îniyê li devera Sinaa li Misrê rûdayî peyama xwe ya sersaxiyê gihand Misrê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî, bi egera êrîşa terorî ya îniyê li devera Sinaa li Misrê rûdayî, peyama xwe ya sersaxiyê gihand Misrê.
Şêwirmendê Serok Barzanî Hêmin Hewramî, peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî gihand Konsûlê Misrê li Hewlêrê Omer Fehmî.
Serok Barzanî di peyama xwe de detsnîşankir ku, kiryarên terorîstan dijî mirovayetiyê ne û terorist di her fersendê de dixwazin di herêmê de çalakiyên xwe lidar bixin.
Serok Barzanî balkişand têkoşîna Pêşmerge ku karî terora DAIŞ bişkîne û sersaxiyên xwe gihandin malbat û gelên Misrê, diyarkir ew hevxemê êşa wan e.
Omer Fehmî bi rêya Hêmîn Hewramî spasiyên xwe pêşkeşî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir.
Di êrîşa terorî li devera Sinaa de, 27 zarok jî dinav de 305 kesan jiyana xwe jidest da bû û 128 kes brîndar bûbûn.