“Hewlêr û Enqere pêwendiyên xwe asayî dikin”

Li gorî pisporên polîtîkayên derve yên Tirkiyê Hewlêr û Enqere hevalbendên qedîm in û gengeşiyên li herêmê dê her du aliyan carek din nêzîkê hev dike.

K24 – Enqere

Li cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn û Kendavê ji ber gengeşiyan, hevsengiyên siyasî ji nû ve diguhere. Ligel van gengeşî û hevsengiyên nû, têkiliyên Hewlêr û Enqerê yên ji ber referandûmê têk çûbûn jî cihê meraqê ye. Li gorî pisporên polîtîkayên derve yên Tirkiyê Hewlêr û Enqere hevalbendên qedîm in û gengeşiyên li herêmê dê her du aliyan carek din nêzîkê hev dike.

Li Sûriyê şerê navxweyî ya ku ev 7 sal in berdewam dike ber bi çareseriya siyasî ve diçe, li Iraqa ku di bin tesîra Îranê de ye hêzên paramîlîter Heşdî Şabî bandora xwe zêde dike û li Kendavê jî gengeşiya di navbera Îran û Erebîstana Siûdî de ber bi şerekî germ ve diçe. Ligel van rûdanan tişta tê meraqkirin pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê ne.

Ev mijar ji aliyên pisporên Tirkiyê ve jî tê nirxandin û li gorî pisporan di nava van gengeşiyên li herêmê de Tirkiye ji bo xwe tifaqên nû digere û careke din dê berê xwe bide hevalbendê xwê Kurdistanê.

Bi boçûna pisporê polîtîkayên derve Akademîsyen Burhan Koroglu ji ber polîtîkayên Îranê yên li Iraqê û zêdebûna bandora Heşdî Şabî, Tirkiye ji bo dehatûya herêmê pêwendiyên xwe dê ligel Kurdistanê durist bike.

Burhan Koroglu ji K24ê re got: "Helbet di navbera Tirkiyê û Barzanî de têkiliyeke dirêj û dûqolî heye. Li Iraqa ku di bin bandora Îranê de ye, hebûna Heşdî Şabiya ku rêxistineke paramîlîter e hêremê ber bi bêîstikrariyê ve bibe. Jixwe li hêremê rewşeke aloz heye. Tirkiyê jî ji vê rewşê gelekî aciz e û dê bi nirxandina vê proseyê ligel Barzanî di nav têkiliyan de be. Hikumeta Iraqê jî li beramberî vê rewşê dê politikaya xwe ya li hemberî Herêma Kurdistanê bigûherîne."

Li gorî Emrah Kekîllî jî yê ku li Enqerê yek ji saziya ramana ya giring SETAyê de pisporê têkiliyên derve ye; Îmarat, Îran, Lîbya, Misir û Yemen bi polîîtîkayên xwe, herêmê aloz dikin loma Tirkiye bi hêztir têkiliyên xwe dê ligel Kurdistanê xurt bike.

Pisporê Rojhilata Navîn Emrah Kekîllî dibêje: "Ji sala 2012an vir de herêm di nava aloziyeke mezinde ye. Li hemberî Îranê tifaqa Îmaratê ya ligel welatên Kendavê û polîtîkayên Îranê yên li ser herêmê dema mirov dide ber çavan, têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê yên ji ber refrandûmê xirab bûne careke din dê baştir bibin. Ev yek ji bo Tirkiyê jî baştir e. Tirkiye dê têkiliyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê careke din bi hêztir ava bike. Bila baş bê zanîn ku ji bo Tirkiyê gelê Herêma Kurdistanê dost û birayên qedîm in."

Pispor amaje pê dikin Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û di vê dîzayna nû de jî, Enqere û Hewlêr dê nêzikî hev bibin. Herwiha pispor rave dikin, bi pêngavên ku Enqere û Hewler biavêjin dê diyar bibe ku ev nêzîkbûn wê çawa bi rê ve biçe.