YPG: Wek li Serê Kaniyê û Kobanê, li Efrînê jî berevaniyê dikin û biser dikevin
Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, YPG û Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) wek di şerê Serê Kaniyê Kobanê de serkeftî bûne, li Efrînê jî heman berxwedanê dikin û biser dikevin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, YPG û Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) wek di şerê Serê Kaniyê Kobanê de serkeftî bûne, li Efrînê jî heman berxwedanê dikin û biser dikevin.
Li gor vîdyoyeke nivîsgeha ragihandina YPGê belav kiriye, Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd derbarê gefên Tirkiyê yên li ser Efrînê de dibêje: “Tirkiye dixwaze wek çawa berê navçeya Iskenderonê dagîr kir û bi ser Tirkiyê v exist, niha bi niyaz e navçeyên Ezaz, Cerablus û Babê ji Sûriyê bike û ser bi Tirkiyê ve bixe.”
Herwiha gotiye: “Hebûna artêşa Tirkiyê ne rewa ye, heger êrîşî Efrînê jî bike, ewê rûbirûyî hêzên YPG û YPJ bibin.”
Peyvdarê YPGê tekez kir, YPG û YPJ wek çawa li navçeyên Serê Kaniyê Kobanê û navçeyên din ên bakurê Sûriyê serkeftî bûne, li Efrînê jî heman berxwedanê dikin û biser dikevin.