ENKS: Belgeya Riyazê ta radeyekê baş e

Yek ji encamên kongirê Riyaz 2, ku opozisyona Sûriyê bi hemû be‏şên xwe bi yek şandeyê di di danûstandinên Cenêvê de beşdar bibin û di nav de jî Kurd û tevî ti danpêdan di belgeya Riyaz 2 de bi mafê gelê Kurd nehatiye kirin, lê serkirdên ENKS'ê dibînin ya giring mafê gelê Kurd di destûrê de ye, ne di van belgeyan de.

 

K24 – Qamişlo

Yek ji encamên kongirê Riyaz 2, ku opozisyona Sûriyê bi hemû beşên xwe bi yek şandeyê di di danûstandinên Cenêvê de beşdar bibin û di nav de jî Kurd û tevî ti danpêdan di belgeya Riyaz 2 de bi mafê gelê Kurd nehatiye kirin, lê serkirdên ENKS'ê dibînin ya giring mafê gelê Kurd di destûrê de ye, ne di van belgeyan de.

Bi zêdebûna nakokiyan di nava hêzên opozisyona Sûriyê re, lidarxistina gereke nû ji danûstandinên Cenêvê yê taybet bi krîza Sûriyê nêzîk dibe û tevî ku ta niha rew‏şa pirsa Kurdî nehatiye zelalkirin, lê ‏şirovekarê siyasî Ekrem Hisên dibîne ku belgeya ji kongirê Riyaz 2 derketiye ji bo gelê Kurd gelekî baş e, nemaze ji aliyê danpêdana bi netewa Kurd, Herwiha didE zanîn ku lihevhatina siyasî di Sûriyê de nêzîk bûye û pêwîst e kurd di qonaxa bê de yek nerîn bin.

Ekrem Hisên ji K24ê re got: “143 kesan li ser naveroka belgenameya Riyazê îmze kiriye, ev jî destkefteke gelekî girîng e, ku yekem car e Kurd dikarin tiştekî nivîskî bixin destê xwe de, ji ber ku tê de hatiye, Sûriye welatekî pir netew û çand e û divê di destûra Sûriyeya bê de de gerentî jê re hebe.”

Ji aliyekî din ve, Endamê Emîndariya Giştî ya ENKS'ê Ehmed Icê dibêje, rewşa Kurdan di nava hêzên Îtîlafa opozisyonê û desteya danûstandinan de bi nakokiyên opozisyonê bandor nebûye, loma di civîna Riyazê de beşdar bûn û belgeya Riyazê ta radeyekê baş e, lê ya giring ku di destûrê de mafê gelê Kurd bê çespandin.

Di kongirê Riyazê de cara yekemîn e ku opozisyona Sûriyê bi hemû beşên xwe digihêjin rêkeftinekê û bi yek şandeyê di kongirê Cenêvê de dê beşdar bibin, di nav de jî nûnerên Kurd.