Fûad Mehsûm: Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hilnaweşe
Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm di konferanseke rojnamevanî de li bajarê Kerkûkê ragihand, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hilnaweşe. Ew hêvîdar e jî di nêzîktirîn dem de parêzgariya nû bê diyarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm di konferanseke rojnamevanî de li bajarê Kerkûkê ragihand, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hilnaweşe. Ew hêvîdar e jî di nêzîktirîn dem de parêzgariya nû bê diyarkirin.
Derbarê şandina hêzeke taybet ya Serokatiya Komarê ji bo parastina xelkê Xurmatûyê de, Mehsûm got, heta niha ti hêzeke Serokatiya Komarê ji bo Xurmatûyê nehatiye şandin.
Serokomarê Iraqê amaje bi wê da, dosyaya ewlehiya bajarê Kerkûkê ji aliyê polîs û hêza dijeterora Iraqê tê birêvebirin.
Ji çend rojan ve Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm bi serdanekê gihêştiye Herêma Kurdistanê, îro jî serdana bajarê Kerkûkê kir.