Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Hollanda kir

Serokwezîrê hukimeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşewaziya Balyozê Hollanda li Iraqê Matthijs Wolters û şand a ligel kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê hukimeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşewaziya Balyozê Hollanda li Iraqê Matthijs Wolters û şand a ligel kir.

Ligor malpera fermî ya Serokwezîriya Kurdistanê, di hevdîtinê de bi taybet çareseriya pirsgîrekên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de bi rêyên siyasî û danûstandinê hate gotûbêj kirin. Balyozê Hollandayê herweha xwesteka Hollanda ya berdewamiya pêwendiyan ligel Kurdistanê jî, ji Serokwezîrê Kurdistanê re eşkere kir.

Serokwezîr Barzanî dilxweşiya xwe ji helwêsta Hollanda anî ziman û pirsgîrekên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, herweha daxistina beşê Kurdistanê di budçeya Iraqê de anî rojevê. Di beşek din a axaftina xwe de, Serokwezîrê Kurdistanê dorpêça hewayî liser Kurdistanê û ragirtina xebatên belafirgehên navneteweyî yên Hewlêr û Silêmaniyê, herweha bandora vê ya neyênî diyarkir. Got ku, ev dorpêç rewşek aloz ji hevwelatiyên nexweş, awareyên ku li Kurdistanl heyî, brîndarên şerê DAIŞ jî peyda dike. Bandora vê dorpêçê li Dezgehên alîkariyê jî dibe.

Balyoz Wolters di hevdîtinê de, daxwaza Hollanda ya şopandina proseya Kurdistanê anî ziman û jiber hewlên girîng ên çareseriyên aborî û siyasî spasiyên xwe arasteyî Serokwezîr kir. Destnîşankir kir ku, Hollanda giringiyê dide Kurdistanê û kabîneya nû ya hukimeta Hollandayê dixwaze pêwendiyên Amsterdam û Hewlêr berdewam bin.