Nêçîrvan Barzanî: 180 Hezar kes li Kerkûk û Xurmatû ji ber hêzên Iraqî mişext bûne
"180 hezar kes li Kerkûk û Xurmatû mişext bûne û karesateke mezin hatiye sere wan û gellek malên welatiyan ji hêzên Iraqî ve hatin şewitandin û talankirin"
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro Duşemê, 27/11/2017 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di kongirê rojnamevanî yê heftane de, di bersiva xwe de li ser pirsa nûçegihanê K24ê, derbarê danîna parêzgarekî nû ji bo parêzgeha Silêmaniyê got: "Min biryara danana parêzgarê nû yê Silêmaniyê îmze kiriye û bi hêvî me di karê xwe de biserkeve û karibe xizmeta hemû welatiyên parêzgeha Silêmaniyê bike, Tevgera Goran jî beşek e ji hikûmet û îdara hikûmetê li parêzgeha Silêmaniyê."
Derbarê hejmara mişextan û karesatên li Kerkûkê û Xurmatû hatine sere xelkê, Serokwezîrê Herîma Kurdistan got: "180 hezar kes li Kerkûk û Xurmatû mişext bûne û karesateke mezin hatiye sere wan û gellek malên welatiyan ji hêzên Iraqî ve hatin şewitandin û talankirin û wêrankirin, ku hêzên Iraqî rasterê li ser wê rewşê berpirs in."
Nêçîrvan Barzanî got jî: "Em ji hikûmeta Iraqê dixwazin komîteyekê ji bo wan karesatana pêk bîne û ziyanên ku çêbûne qerebû bike û xelkê bi aramî li cî û warên wan vegerîne. Em ji civaka navdewletî jî dixwazin ku bê ser xetê û bi rola rabe."
Li ser pirsa hilbijartinên Perleman û encûmenên parêzgehan, serokwezîr got: "Emê piştre biryarê li ser dem û roja hilbijartinan bidin."