Elî Bapîr jina çaran tîne

"Ew keça Elî Bapîr xwestiye, temenê wê 25 sal e û xelka navçeya Pênciwên e"

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî zanyariyên rojnameya Jiyan ya nêzîkî Lahor Şêx Cengî, ku ji çend jêderên nav Komela Islamiya Kurdistan bidest xistiye, emîrê Komela Islamî Elî Bapîr jina çaran xwestiye.

Wê rojnameyê eşkere kiriye, ku ew keça Elî Bapîr xwestiye, temenê wê 25 sal e û xelka navçeya Pênciwên e û mehra wan hatiye birrîn û Elî Bapîr  xaniyek li nêzîkî avahiya polîtbîroya Komela Islamî li bajarê Silêmaniyê ji bo hevjîna xwe ya nû kirê kiriye.

Endamekî serkirdatiya Komela Islamî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, ji rojnameya navhatî re got: "Me ji Elî Bapîr re gotiye, ev mijar wê bi xirabî bandore li hizbê biek, ji ber ku berî 2 salan mijara jinanînê germ kiribû, lê me rê li ber wî girt."