Erebistana Siûdî dest bi dana vizeyên geştyarî dike
Dana vizeyên geştyarî vejandina karta geştyarî ya Erebistana Siûdî ye. Ligor planên hatî çêkirin, tê pêşbinîkirin, heta sala 2030an 30 milyon geştyar bên Siûdiyê û dahat a geştyariyê bigihije 47 Milyar Dolaran
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekem car di dîroka xwe de, Erebistana Siûdî di sala 2018an de, dê dest bi dana vizeyên geştyarî bide.
Heta niha vize ji bo Erebistana Siûdî tenê ji bo seredana cîhên muqaddes, kesên ku ji bo karkirinê û herweha karsaziyê tên dihate dan.