Serok Barzanî: Mihemed Kerkûkî sembola têkoşîna dijî zilm û xiyanetê ye

Mihemed Mecid Kerkûkî – ew gencê têkoşer ê ku piştî dagîrkirina Kerkûkê ji alî Heşda Şabî û Artêşa Iraqê bi alîkariya Pasdaran ve, derket ser otombilek serbazî ya Artêşa Iraqê û Al a wan anî xwar, îro ji alî Serok Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî, Mihemed Kerkûkî wekî sembola têkoşîna dijî zilm û îxanetê wesfkir. Herweha helwêsta wî ya qehremanane pîrozkir û spasiyê xwe arasteyî gencê Kerkûkî kir.

Serok Barzanî destnîşankir ku, ew helwêsta Mihemed Kerkûkî, lipêş tevayiya cîhanê helwêstek dijî zilm, ixanet û dagîrkirina Kerkûkê bû û vê pêngava Kerkûkî rêzdariyek mezin ligel gelê Kurd peyda kir.