Serok Barzanî: Rewşa bi sedema xiyanetê û xwesepandinê bûye, demkî ye

Serok Barzanî: Min berî encamdana referandumê jî got ku Bexda dixwaze destkeftên rewa yên gelê Kurdistanê nemîn in û me vegerînin xeta kesk.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro li Selaheddîn serok Mesûd Barzanî li gel encûmena serkirdatî û berpirs û rêvebirên liq û navçe û berpirsên îdarî û endamên perleman û endamên encûmena parêzgehê yên ser bi Partî Dîmukratî Kurdistan li sînorê herdu parêzgehên Silêmaniyê û Helebçe û dever Raperîn civiya.

Di wê civînê de serok Barzanî gotinek pêşkêşî amadebûyan kir û bi hûrî behsa bûyerên piştî encamdana referandumê û ew rewşa nexweş kir, ku bi ser Kerkûkê û navçeyên din yên Kurdistanî ji derveyî îdara Herêma Kurdistanê de hat û ragihand, ku gelê Kurdistan neşikestiye, lê xiyanet lê hatiye kirin û ew rewşa bi sedema xiyanet û xwesepandinê çêbûye, demkî ye îradeya gelê Kurd wê biser keve.

Serok Barzanî got: "Min berî encamdana referandumê jî got ku Bexda dixwaze destkeftên rewa yên gelê Kurdistanê nemîn in û me vegerînin xeta kesk ku xeta di navbera Pêşmerge û artêşa Beis bû, lewra heger me referendum jî nekiriba, wan ew bername danîbû û pîlan li dijî Kerkûk amade kiribûn, lê heger ew xiyaneta 16ê Cotmehê nebûya ew pîlana li dijî Kerkûk û Kurdistanê ser nedigirt."

Serok Barzanî tekez kir, rewşa xiyanetê û dagîrkariyê û ferzkirina rewşa niha bi zorê û bi çekan, nasnameya Kerkûkê û navçeyên din yên Kurdistanî li derveyî îdara Herêmê naguhere û ev doza niha demkî ye û serketin her ji bo gelê Kurdistanê ye. "Em her dem, niha û berê jî me gotiye em dixwazin Kerkûk û navçeyên din bikin nimûneya pêkvejiyana aştiyane ya netew û pêkhateyan û em ti carî ferzkirina emrê waqih qebûl nakin."

Serok Barzanî diyar kir, ku ew piştevaniya diyalogê di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Bexdayê de dikin û heger Bexda bi rastî mebesta wê çarekirina kêşeyan e, hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hemû erkên xwe ji bo çareseriyê kiriye heya astê ku rê nede Bexdayê mercên bicî nabin neke.

Di dawiyê de serok Barzanî sipasiya xweragiriya cemawerên Partî li deverên Silêmaniyê, Helebçe, Raperîn û Pişder kir, ku zêdebarî ew fişara mezin ya li ser wan, bi moraleke bilind li ser xebatê berdewam in û zelal kir, ke bereya Pêşmerge û şoreşgeran bi serbilindî ber bi serketinê ve diçe û xiyanetkar jî wê şermezar bibin û bên şikandin.