Bexda daxwazeke din li Herêma Kurdistan dike

Ehmed Rubêî: Rêwîst e Herêma Kurdistan avahiyên hikûmî yên serdema rêjîma Sedam radestî Bexdayê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêvebirê fermangeha xanî û zeviyên Iraqê Ehmed Rubêî ragihand, pêwîst e Herêma Kurdistan avahiyên hikûmî yên serdema rêjîma Sedam radestî Bexdayê bike.

Ehmed Rubêî diyar kir, ku gellek mulk û avahiyên hikûmeta Iraqê li Herêma Kurdistan hene, lê ew ne di bin destê hikûmeta Iraqê de ne, lewra Bexda bizavan dike wan avahiyên hikûmî ji Herêma Kurdistanê bistîne.

Piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê, hikûmeta Iraqê dest bi danîna dorpêçê li ser Herêma Kurdistanê kir, ji bilî êrîşên serbazî li ser navçeyên Kurdistanî, çendîn biryarên din jî li dijî Herêma Kurdistanê derxist û di baweriya beşek ji çavdêrên siyasî, biryarên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê ne destûrî ne.